Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Perwerdeya Rû bi Rû Paş Dixe


Wezîrê Perwerde yê Tirkîyê Zîya Selçuk dîyar kir ku wan li ser pêşnîyaza Civata Zanistî ya Vîrusa Korona perwerdeya rû bi rû paş xistiye.

Zîya Selçuk da zanîn ku dibistan dê di 31’ê Tebaxê de dest bi perwerdeya onlayn bikin, û dûre di 21’ê Îlonê de jî perwerdeya rû bi rû destpê bike.

‘’Di hefteya pêşî ya li dibistanê de, bo xwendekaran dê bernameyake taybet ya hînbûnê çêbe. Bi perwerdeya kêm dê hin mijar û ders derkevin pêş’’ Zîya Selçûk got.

Wî dîyar kir ku ew dixwazin ku dibistan li gor standartên paqijîyê tevbigerin û da zanîn ku di 2000 çavdêr dê dibistanan kontrol bikin.

Li gor agahîyên dawî yên Wezareta Saxlemî ya Tirkîyê, li wî welatî heta niha pirtir ji 244,000 kes bi vîrusa korona ketine û 5,891 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG