Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reaksyon li Hember Operasyona Tirkiyê li Bakurê Îraqê


Gundiyên xelkê Keşanê
Gundiyên xelkê Keşanê

Nîva meha Hezîranê artêşa Tirkiyê dest bi operasyoneke nş ya leşkerî ya bi navê "Çengên Baz bo ser bingehên "kirbû di nav axa Îraqê da.

Di operasyonê firokên cengê bombe avêtin û topxana Tirkiyê jî herêmên sinorî topbaran kirin. Herwiha hêzên taybet yên leşkerê Tirkiyê hatin di nav axa Îraqê de.

Ji encamp operasyona leşkerî ya Tirkiyê 10an gundiyên Herêma Kurdistana îraqê hatin kuştin û birîndar bûn, herwiha 10an gund hatin vala kirin.

Hikûmeta Îraqê bangî balyozê Tirkiyê kir li Bexda û namên nerazîbûnê li dij êrîşên Tirkiyê yên di nav axa Îraqê da dane balyoz.

Peyvdarê AKPê li Amed(Diyarbakir) got, bi eşkerayê ew dibêîjin, Tirkiye rê nade grûbên weke PKKê û YPGê ji Îraq û Sûriyê bibin metirsî li ser ewlekariya Tirkiyê.

Diyar Deniz, Gotebêjê Hêzên Parastina Gel HPGê (Balê Şekdarî yê PKK)ê, dibêje herçende hevsengiya çekdarî ya hêza PKKê li hember ya Tirkiyê nayê hevber kirin lê dibêje""Em sûdê ji erdnîgariya Kurdistanê û cografiya xwezayî wer digirin û berxwedana me berdewame li dij dagîr kirina Başûrê Kurdistanê."

Herçende îraqê namên nerazîbûnê bi fermi dane balyozê Tirkiyê lê dîsan êrîşên Tirkiyê li herêmê dom dikin. Şêwirmendê siaysî yê serokê Parlemena Îraqê, Burhanedîn Îshaq gote Dengê Amerîka"Îraqê dê gilya xwe ibbie Encûmena Ewlekariya ya Netwên Yekbûyî, eger ku ew jî nikarbûn Tirkiyê rawestînin, dê li cem cîhana Erebîû aliyên din giliya Tirkiyê ya binpêkirina serweriya axa Îraqê bikin".

Di demek weha aloz de, her kes çaverê bû Amerîka hewlesta xwe diyar bike. Wezareta derve ya Amerîka dubare anî ziman ku ew nerihetiya Îraqê fam dikin û xemgînin jiber kuştina sivîlan û xelkên bê gunah.

Daxuyaniya wezareta derve ya Amerîka tekz li ser wê yekê kir ku, hevkarî di navbera Îraq, Tirkiyê û di nav de hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê bi hev ra bikin, da ku PKKê tk bişkênin û dibêje"Amerîka amadeye di vî warî asankarî û piştevaniyê bike li ser vê mijarê, jiber ku baweriya me ewe çareseriyên aştiyane yên domdar tenê bi rêya karkirina bi hvre dê bi cih bên."

Herwiha daxuyaniya Amerîka dibîje'Herêmên weke Şengal dive li jêr kontrola hikûmeta Federal û hêzên wê yên ewlehiyê da be û hevkarî bi Herêma Kurdistanê re hebe, ev jî da ku PKK û grubên din yên çekdar nikar ibn ajêndaya xwe pêk bînin, ev rewşa bê ewlehî weha dike ku 100 hezaran qurabniyên Jenosîda DAIŞê nikar bin vegerin ser mal û warên xwe".

Tirkiye dixwaze PKK çekan dane û beşdariyê di proseya siyasî ya Tirkiyê de bike, lê lîderên çekdar yên PKKê weha dibînin ku dest berdana ji çekan tevgera wan dê nemîne.

Rapoprta Dexîl Şemo 09 07 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:53 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG