Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Tirkîyê û Qatar Ser Rêvebirina Firîngeha Kabulê Hevbîr Bûne


balafirgeha Kabul ya Afganistanê
balafirgeha Kabul ya Afganistanê

Ajansa nûçeyan ya Reuters îro Pêncşemê ragihand ku Tirkîyê û Qatar ser avakirina ewlehî û pêkve rêvebirina balafirgeha Kabulê lihevkirine.

Reutersê ev agahî ji zarê jêderên dîplomatîk yên Tirkîyê ragihand.


Jêderan dan zanîn ku Enqere û Doha li ser çarçoveyeke ewlekarîyê ya bo erka balafirgehê li hev kirine, lê ser warên yên wek fînanskirinê danûstandin berdewam dikin.


"Tê çaverê kirin ku Talîban ewlehîya derve ava bike û kî ku balafirgehê bi rê ve bibe ewê ya li hindûr ava bike," yek ji jêderan got.


Piştî rexistina tundrew ya îslamî di Tebaxa 2021'an de serwerîya Afganistanê bi dest xist, Tirkîyê dibêje ku heke şertên wê yên ewlehîyê werin qebûl kirin, dibe ku balafirgeha Kabulê rêve bibe.


Qatar jî dibêje ku Enqere, Doha û Talîbanê li hev kirine ku danûstandin hefteya pêş were bi dawî bibin.


Ajansa nûçeyan ya dewleta Qatarê jî dîyar kir ku karbidestên hikûmeta Talîbanê ewê hefteya pêş serdana Dohayê bikin da ku Qatar û Tirkîyê gotûbêjan ser xebitandin û rêvebirina balafirgehê temam bikin.


Hevdem, ajansê destnîşan kir ku şandeyên Tirk û Qatarî di vê hefteyê de li Kabulê ser vê mijarê bo du rojan 'danûstandinên berfireh' kirine.


Qatar ji meha Îlonê vir ve, pêkhatina firînên di navbera Doha û Kabulê de, ava dike.
Ev yek derfetê Qatarê ku bo welatan dixwazin têkilîyên xwe bi Afganistanê re biparêzin û bi hikûmeta Talîban re hevdîtinan bikin, bibe navenda tekane.


Amerîka, Brîtanya, Kanada û çend welatên din balyozxaneyên xwe yên Afganîstanê veguhestinê Qeterê kirine.


Herwiha, Reuters’ê ragihand ku Îmarat jî bi Talîbanê re hevdîtin pêk anîne ku balafirgeh were xebitandin.

XS
SM
MD
LG