Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Tirkîye û Rûsya Ser Yekîtîya Axa Sûrîyê Wek Hevdu Difikirin


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsya Vladimir Putin dê îro Sêşemê li Soçî ya Rûsya kom bibin.

Erdogan berî serdana Soçî bike li Enqerê da zanîn ku ew dê bi Putin re ser Sûrîyê biaxife.

‘’Di vê peyvajoya krîtîk ya Sûrîyê de em dixwazin ku peywendîyên xwe yên bi Rûsya re pirtir bikin. Tirkîye û Rûsya ser têkoşîna dijî terorê, yekîtîya axa Sûrîyê wek hevdu difikirin.’’ Erdogan got.

Wî bi berdewamî bi bîr xist ku agirbesta bo 5 rojan hatibû ragihandin îro di saet 22:00 de bi dawî dibe û da zanîn ku ger Amerîka li ser sozên xwe nesekine, ewê operasyona xwe berfirehtir bikin.

Erdogan dîyar kir ku ew dixwazin ku li Sûrîyê heremeke ewle çêkin û bi qasî 2,000,000 kesên Sûrî vegerînin wir.

XS
SM
MD
LG