Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokomarîyê Tirkîyê: Emê di Demeke Nêz de S-400'an Bistînin


I
I

Berdevikê Serokomarîya Tirkîyê Îbrahîm Kalin da zanîn ku ewê di demeke kin de S-400’an bistînin.

Kalin piştî civîna kabîne dîyar kir ku ewê S-400’an bi awayekî aktîf bikar bînin.

‘’S-400, dijî sîstema me ya berevanî ya di NATO de ti gefan çênake’’ Kalin got.

Wî bi berdewamî da zanîn ku ewê di roj pêş de eşkere bikin ku S-400 dê li kû bi cîh bibin.

Jiber ku Tirkîye ji Rûsya S-400 dikire girjîya di navbera Enqere û Washingtonê de di rojên dawî de gur bûye.

Karbidestên Amerîkî didin zanîn ku ewê dijî Tirkîyê toleyan ragihînin, lê berpirsên Tirk dîyar dikin ku di rojeva Amerîka de toleyên dijî Enqerê tune ne.

XS
SM
MD
LG