Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Di Operasyona Tirkîyê ya Dijî Bakurê Sûrîyê de 92 Sîvîl Hatine Kuştin


Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku di operasyona Tirkîyê ya dijî bakurê Sûrîyê de heta niha 92 sîvîl hatine kuştin.

Berdevikê Daîreya Mafên Mirovan ya NY’ê Rupert Colville dîyar kir ku ew hejmar ji bûyerên heta 5’ê Mijdarê pêk hatine, hatiye bi dest xistin.

Ji alîyê din ve, li Rai ya li bakurê Sûrîyê ye û di bin kontrola çekdarên bi piştgirîya Tirkîyê de ye, maşîneyeke bombebarkirî hat peqandin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di peqînê de 3 kest hatine kuştin.

SOHR’ê dîyar kir ku xwepêşandanerek jî dema nobedarîya hevbeş ya hêzên Rûsan û Tirkan, bi maşîneya Tirkîyê hatiye kuştin.

Li gor îdiayan ew xwepêşandaner jî di nav kesên kevir û sol firandine konvoya Rûs û Tirkan de bûye.

XS
SM
MD
LG