Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye: Terorîstan li Sûrîyê Amadekarîya Êrîşa li Mersînê Kiriye


Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Hulusi Akar
Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Hulusi Akar

Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Hulusî Akar dîyar kir ku amadekarîya êrîşa li Mezîtlî ya Mersînê li Surîyê hatiye kirin.

Akar da zanîn ku terorîst li bakurê Îraqê û bakurê Sûrîyê nikarin li hember hêzên wan bisekinin, loma ew êrîşên bi vî rengî li dar dixin.

Di êrîşa li Mersînê de 1 polîs hatibû kuştin û 1 polîs jî birîndar bû.

Tirkîyê ser êrîşê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) tawanbar kir û bo 30 kesan biryara desteserkirinê dabû.

Hêjayî balkişandinê ye, Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) êrîş şermezar kir û da zanîn ku ewê israra ser sîyaseta demokratîk bidomînin.

XS
SM
MD
LG