Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatîyên Tirkîyê Dest bi Karanîna Vaksîna Xurtker Dikin


Wezîrê Saxlemî yê Tirkîyê Fahrettîn Koca

Wezîrê Saxlemî yê Tirkîyê Fahrettîn Koca dîyar kir ku kesên vaksînên vîrusa korona yên Biontech li xwe dane dikarin ji roja Pêncşemê pê ve vaksîna xurtker li xwe bidin.

Koca da zanîn ku bo karanîna vaksîna xurtker divê di ser karanîna doza duduyan re 6 meh derbaz bibin.

Wî dîyar kir ku bo kesên di komên rîskê de ne pêşekîya karanîna vaksînê heye.

Kesên ji 60 salî mezintir, yên nexweşîyên wan yên kronîk hene û karmendên saxlemîyê dê di komên bi pêşekî de bin.

XS
SM
MD
LG