Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Buldanê li Wanê Banga Hilbijartina Pêşwext Kir


Pervin Buldan Hevseroka HDP'ê
Pervin Buldan Hevseroka HDP'ê

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP)ê li Wanê bi dirûşma “Em bi hev re bi ser bikevin” civînek pêk anî û hejmarek zêde rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û hunermend beşdar bûn.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldanê di destpêka axaftina xwe de jina kurd Garîbe Gezera ku roja Pêncşemê li zîndana Kandira ya Kocaelîyê di hucreye xwe de mirî hatibû dîtin, bîr xist û got ku ew vê mirinê bi guman dibînin.

“Piştî eşkenceya sîstematîk Garîbê canê xwe ji dest daye. Mirina wê bi gumane, jiber ku rapora Sazîya Tiba Edlîyê ya Garîbê, bi malbatê re nehatîye parvekirin. Divê Wezareta Dadê hemî berpirsên vê mirina bi guman eşkere bike. Em wek HDP bi qanûnî dest ji vê mijarê bernadin.”

Buldanê herwiha destnîşan kir ku Tirkîye êdî ketiye nava pêvajoya hilbijartinê û divê bi lezgîn hilbijartin pêk were.

“Ev hilbijartina pêşîya me nebe wek hilbijartina serokomarîyê, dê bibe hilbijartina guhartina rêjîmê û dê bibe dîyarkirina100 salan. Ev hilbijartin bijartinek di navbera tarî û ronahiyê de ye. Ev qonaxeke girîng ya pêvajoyekê ye ku em ê hemû mafên xwe yên hatine desteserkirin û paşguh kirin dest bixin û siberoja xwe di bin dorpêça tarîtiyê de rizgar bikin.”

Civîna HDP'ê li Wanê (VOA)
Civîna HDP'ê li Wanê (VOA)

Buldanê herî dawî daxuyanîya di 27’ê îlonê de ya bi navê “Banga Demokrasîyê” bibîrxist û got ku ew dê li dijî pergala mêtingerî, tecrîdkirina vîna gel û li hember her cureyên dijî gel ew dê demokrasîyê biparêzin.

Li gor rewşa asayî li Tirkîyê hilbijartina giştî dê di 18 Hezîrana 2023’an de pêk were. Lê partîyên opozîsyonê dibêjin ku niha sîstema serokomarîyê û desthiladarî dibe sedemên krîzên sîyasî, aborî, dadwerî û civakî û bi vê yekê banga hilbajartina pêşwext dikin.

Raporta Wanê 12/12/2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:57 0:00

XS
SM
MD
LG