Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Tirkîye dê jiber girjîya di navbera Belarûs û Yekîtîya Ewrupa (YE) êdî biletên firotkan nede welatîyên Sûrîye, Îraq û Yemenê ku ji wir bifirin Mînskê.
Karbidestên YE didin zanîn ku Belarûs rê li ber koçberên ji herêmên cengê revîne vedike ku ew derbazî nav axa yekîtîyê bibin û dibêjin ewê di demeke kin de dijî Belarûs û kompanîyên firînê yên koçberan radikin, toleyan ragihînin.
Tirkîye û Turkish Airlines ya ku ala wî welatî hildide û bi veguhestina koçberan tê tawanbar kirin, ew îdia red kirin.
Sazîya ser firînên sîvîl ya Tirkîyê ji Twitterê ragihand ku wê biryar daye ku êdî biletan nefiroşe welatîyên Îraq, Sûrîye û Yemenê ku dixwazin ji firîngehên Tirkîyê herin Belarûsê.