Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê: YE li Ser Sozên Xwe yên bo Koçberên Sûrî Nasekine


Wezîrê Karên Navxweyî yên Tirkîyê Suleyman Soylu da zanîn ku Yekîtîya Ewrupa (YE) li ser sozên ku bo koçberên Sûrî dane nasekine.

Soylu dîyar kir ku ger li Îzmirê berdin ewê her her roj bi qasî 30-35 koçber derbazî Ewrupa bibin.

‘’Hin kes dibêjin berdin bila herin Ewrupa. Bi gotinên wisa nabe. Ez dijî YE’ê gefan naxwim, tespîtekê dikim’’ Soylu got.

Wî da zanîn ku heta niha 92,280 Sûrî bûne hemwelatîyên Tirkîyê û bi qasî 30,000 – 40,000 Sûrîyên din jî bo hemwelatîbûnê serlêdan kirine

XS
SM
MD
LG