Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yunanistan Zêrevaniya li Ser Sinorên Tirkiyê Zêde Dike


Wezîrê Parastina Navxwe yê Yunanistanê roja Yekşemê got 250 zêrevanên din dê li ser sînorê bejayî yê wî welatî bi Tirkiyê re bêne bicih kirin, ku par bi hezaran penaxwaz hewil dabûn derbas bibin.

Wezîrê Parastina Navxweyî Takis Theodorikakos di serdana xwe ya li ser sînorê herêma Kastaniesê de got, "Em amade ne ... em hêzên ewlehîyê zêde dikin û 250 zêrevanên nû bo ser sînorî werdigrîn daku piştgirîya polîsên Yunanî bikin.

Di meha reşemê ya 2020 an da, bi deh hezaran koçber ber bi Yewnanîstanê ve çûn piştî Serokomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan got ku ew dê berê koçberên ku dixwazin bigihîjin Yekîtiya Ewropî berde.

Bi rojan pevçûn digel penaxwazanli ser sînor qewimîn, û polîsên Yewnanî hevkarên xwe yên Tirk bi havêtina gaza rondikrêj li dijî wan tawanbar kirin.

Piştî wan bûyeran, Yunanîstanê li dijî koçberîyê veberhênanên nû destpê kirin, wekî danîna kamerayan, radaran û çêkirina 40 km percanê têldirî yê 5 metre bilind li ser sinorî daku beşek sînorê 200 km ku cemê Evros lê derbas dibe bigre.

XS
SM
MD
LG