Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fînala Kûpaya Super ya Tirkiyê ya li Riyadê ji ber Aloziyan Hat Betalkirin


Super Kupaya Tirkiyê
Super Kupaya Tirkiyê

Fînala Kupaya Super ya Tirkîyê ya di navbera Galatasaray û Fenerbahçe de ku wê do evara Înê li paytextê Erebistana Saudî Rîyadê bihata lîstin, di kelîya dawî de hat betal kirin.

Galatasaray, Fenerbahçe û Federasyona Futbolê ya Tirkîyê (TFF) betalkirina lîstîkê di daxuyanîyeke li ser X’ê ragihandin.

"Kupaya Super ya 2023’an ya îro jiber hin pirsgirêkan bi biryareke hevpar ya ku me bi klubên xwe re girt, heya demeke din, hatiye betal kirin."

Lê,di daxuyanîyê de nehat dîyar kirin ku wê ew lîstik li ku û kengî pêk were.

Di daxuyanîya hevpar de spasîya federasyona futbolê û karbidestên Erebistana Saudî jî hat kirin.

Li gor medya Tirk her du tîmên Stenbolê di rahênana berîya lîstikê de xwestine ku êvarê tîşortên damezrênerê Tirkîyê Mustafa Kemal Ataturk li xwe bikin.Lê karbidestên Saudî ev daxwaz red kirine.

Herwiha hin nûçeya ku dê sirûd û ala Tirkiyeyê di fînalê de neyê dayîn, lê TFF berê gotibû ku dê di fînalê de cih bigirin.

Herwiha medya Tirk got ku Erebistana Saudî destûra xwendina sirûda neteweyî ya Tirkîyê û hildana ala Tirk jî nedaye.

Televîzyona dewletê ya Erebistana Saudî daxuyanîya sedemên betalkirinê bi daxuyaniyekê belv kir.

Li gor wê daxuyanîyê lîstik jiber ku Galatasaray û Fenerbahçe pabendî rêzikên maçê nebûne, hatiye betal kirin.

"Em li bendê bûn ku pêşbirk li gor pîvan û rêzikên navneteweyî yên futbolê di wexta xwe de, pêk were, ku divê bêyî ti sloganên ku derveyî çarçoveya wê de were listîn. Ev mijar bi TFF’ê re hatibû gotûbêj kirin, " daxuyanîyê got.

Fînala ku hatibû bi tabey bi sedema 100 salîya damezrandina Komara Tirkîyê ya laîk wê batana lîstin.

ye plankirin hevdem e bi 100 saliya damezrandina Komara Tirkîyê ya laîk. Ji aliyê rayedarên Erebistana Saudî ve tu daxuyanî nehat dayîn.

Piştî biryara betalkirinê, Galatasaray û Fenerbahçe vegeryan îro Îstenbolê.

Di dîmenan de tê dîtin ku bi sedan alîgir jî bi coşekî mezin û bi alên Tirk, wêneyên Ataturk li balafirgehan pêşwazîya her du tîman dikirin.

Ev bûyer di demekê de hat, ku têkilîyên di navbera Tirkîye û Erebistana Saudî de, di demên dawî de germ bûne.

Jêder:Reuetrs

XS
SM
MD
LG