Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îzmîrê,Dayikek û 3 Zarokên Wê Hatin Rizgar Kirin


erdheja Îzmîrê ya li rojavayê Tirkîyê,
erdheja Îzmîrê ya li rojavayê Tirkîyê,

Piştî erdheja hêzdar ya li Derya Ege ya 30'ê Cotmehê, îro roja Şemîyê li bajarê Îzmîrê ya li rojavayê Tirkîyê, dayikeke û sê zarokên wê piştî ku hema hema 18 demjimêran di binê avahiyeke hilweşandî de mabûn, hatin rizgar kirin.

Wezîrê Saxlemîya Tirkîyê Fahrettîn Koca li Îzmîrê ji rojnamevanan re ragihand ku , yek ji wan zarokan piştre jiber li nexweşxaneyê jîyana xwe ji dest daye.

Ev zarok yek ji 37 kesên ku di erdheja roja Înêyê de hatibû kuştin e: 35 li Tirkîyê û du li girava Samos ya Yunanîstanê.

Hevem, tîmên rizgarkirinê jibo ku zaroka çaremîn ya jinikê azad bikin xebatên xwe didomînin.

Şaredarê bajarê Îzmîrê dîyar kir ku dora 180 kes asê mane.

" Di vê navberê de, em bi mûcîzeyan di encama xebatên dilsoz yên tîmên rizgarkirinê de pêktên, kêfxweş in, “şaredar Tunc Soyer ji televîzyona Fox TV re got.

Jiber erdhejê li Îzmîrê herî kêm 20 avahî hilweşiyan, û li bajêr erdhej bû sedema metirsîyan û li heremên peravê û giravan pêlên girse yên deryayî çêbû.

Serok Tayyîp Erdogan, di axaftinek televîzyonî da got, 885 kes birîndar bûn e, û rewşa 15 ji wan kesan giran in.

Fahrettîn Koca , wezîrê saxlemîyê, roja Şemiyê ragihandibû ku 243 kes hîn jî li nexweşxaneyan têne dermankirin, û rewşên heşt kesan xeter in.

Wezîrê Jingehê Murat Kurum jî gotibû ku heta niha ji pirtirî 100 kes hatine rizgarkirin.

Xebatên rizgarkirinê jiber bi sedan paşhejanan dereng ket, asteng bû.

Karbidestan ragihand ku, di piştî nîvro ya îro de, li 8 avahîyan xebatên lêgerînê hatine temam kirin û herwiha li 9 avahîyên di xebat hîn jî berdewam dikin.

Welatîyek got dêûbavên wê her du jî hîn di bin xirabeya avahîyê de ne.

"Ez nikarim ti agahdarîyeke bi dest bixim. Ez nikarim ti xeberek bigirêm," jineke dema ku Reutersê di derbarê hewildanên gihîştina wan jê pirsî, got.

Buldozeran bermahîyên avahîyên hilweşîyayî derdixistin û di heman demê de tîmên rizgarkirinê kevirên dîwaran bi destan paqij dikirin.

Xebatkaran jbo kesên bêmal man e, 300 konên darxistin ku 600 konên din jî di rê de bûn.

Di navbera Tirkîyê û Yunanîstanê de, ser mafên lêgerîna enerjîyê ya li rojhilatê Derya Sipî alozîyeke tund didome. Lê, bi rengekî germ ya pir kêm tê dîtin de, roja Înêyê serokê Tirkîyê û Serokwezîrê Yunanîstanê Kyriakos Mitsotakis bi telefonê peyîvin û peyamên piştvanîyê belav kirin.

"Cûdahîyên me çi dibin bila bibin, ev demên ku pêwîste ku mirovên me bi hev re bisekinin," Mitsotakis li ser twitterê nivîsand.

Erdogan bi twîtekê bersîv da: "Tirkîyê jî, her dem amade ye ku alîkarîya Yunanîstanê bike ku birînên xwe derman bike. Ku du cîran di demên dijwar de hevgirtinê nîşan bidin ji gelek tiştan di jîyanê de hêjatir e."

Hêjayê balkişandinê ye ku ji Tirkîyê xetên erdhejê derbas dibe û rûbirûyê erdhejan dimîne. Hevkariya di navbera her du welatan de piştî erdheja wêranker ya di sala 1999'an de bû sedem ku di navbera wan de serdemek peyvendîyên germ destpê bike.




XS
SM
MD
LG