Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bandora Şerê Bendava Tişrînê li Herêma Xweser û Sûrîyê Çi Ye?


Ev nêzî du meh in ku şer û pevçûnên dijwar li derdora Bendava Tişrînê ku li ser Çemê Feratê ye û di navbera Kobanî û Minbicê de ye, berdewam dikin.

Komên çekdar ên bi navê Artêşa Netewî ya Sûrî, u bi piştevanîya dron û firokên şer yên Tirkîyê êrîşî bendavê dikin, dixwazin wê kontrol bikin.

Lê, ev êrîş rastî bersîvdana Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) tê ku berevanîyê ji ber pêgehên xwe li vê deverê dikin, piştî ku ji Minbicê vekişîbûn.

Di vê navberê de çend karwanên welatîyên herêmên Bakur Rojhilatê Sûrîyê berê xwe dabûn bendavê jibo girtina nobedarîyê li wê derê bi mebesta daxwaza rawestandina êrîşên li ser bendavê ku dezgeheke jîyanî ya girîng e.

Enqere îdîa dike ku êrîşên wê li Bendava Tişrîn û derdorê li dijî HSDê ne, lê hin çavêdr dibêjin ku karbidestên Tirk tim "parastina ewlehîya netewî" ya Tirkîyê, jibo êrîşkirina ser herêmê, weke bihane bi kar tînin.

Bendava Tişrînê çima ewqas girîng e, herwiha alîyê ku wê kontrol bike çi kanînan bi dest dixe?

Eger bendav ji destê HSDê derkeve, wê çi bandor li herêma bakur rojhilatê Sûrîyê hebe?

Helwesta alîyên weke koalîsyana navnetewî ku HSDê Bendav bi piştevanîya wê dawîya sala 2015an rizgar kiribû, çi ye?

Herwiha, desthilata defakto ya HTŞê li Şamê, çima heta niha ji van êrîşan re bêdeng e?

Di bernameya Mijara Rojê de gotûbêj li ser van babetan ligel sê mêvanan tê kirin:

Çinar Salih, Lêkoler li Navenda Ferat ya Lêkolînan, Ebdulhelîm Silêman, rojnamevan û çavdêrê sîyasî, û Selah Mislim, nivîskar û edîtorê kovara Rojhilata Navîn ya Demokratîk.

Jibo guhdarkirina li bernameyê, kerema xwe fayla deng vekin:

NR_01_30_2025_Erisen_Bendava_Tishrin
please wait

No media source currently available

0:00 0:54:37 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG