Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jiber Bûhabûna Cixareyê, Stenbolî Berê Xwe Didin Titûna Kurdan


Tirkîye demeke dirêj e di nava krîzeke aborî de ye û bi vîrusa korona aborî hîn lawaztir bûye.

Beşeke mezin ji aborîzanan xirabûna aborîya Tirkîyê bi sîstema hikûmetê ya serokomarîyê, xirabtirbûna sîstema dadwerîyê û bi polîtîkayên hikûmetê ve girê didin.

Belavbûna korona û tedbîrên pêşîgir yên dijî belavbûna wê vîrusê hejmara gerokan hindiktir kir û bû sedema zêdebûna bêkarîyê.

Loma, rûniştvanên Stenbolê jiber aborîya xirab naxwazin zêde diravan xerc bikin. Wek mînak jiber bûhayê paketên cixareyan, pir kês êdî titûnê bi kar tînin.

Xalis Taruk ê Amedî ku titûna Lîce, Semsûr, Merdîn, Muş, Bîngol û Bedlisê difroşe, bal dikşîne ku jiber bacên bilind yên ser paketên cixareyan, gelek kes êdî titûnê dikşînin.

“Paketeke cixare nêzî 20 lîraya Tirkî ye. Jixwe mehaneya mirovekî 2,300 lîra ye û jiber vê jî cixare bûha ye û daxwaza karanîna titûnê zêde dibe.”

Taruk dîyar dike ku bi belavbûna korona bêkarîya Tirkîyê zêdetir bûye jiber ku gelek bikirên wî bi deyn titûnê dikirin.

“Em dibînin ku jiber bêkarîyê ji sedî 30 heta 40’an mişterîyên me êdî titûnê jî deyn distînin. Dirav di bêrika gel de tuneye. Li kolanan dirav nazivire.”

Di rojnameya fermî ya Tirkîyê de hatibû weşandin ku ji 1’ê Tirmehê û pê ve firotina cixareyên bi destpêçandî tê qedexe kirin.

Wek sedem jî hat dîyar kirin ku bacên dewletê dikeve. Dîsa mirovên vî karî bikin jî ji 3 heta 6 salan cezayê zindanê wê lê werin birîn.

Taruk vê biryara rexne dike û dibêje ku bi vê biryarê karê wan wê gelek kêm bibe.

MEB_29_2020_Korona_Titûn
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:45 0:00

XS
SM
MD
LG