Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîyeke Din ya Biçûk ji Hilbijartina Dubare ya Stenbolê Vekişî


Partîyeke biçûk li Tirkîyê îro Înê ragihand ku berbijara wê bo piştgirîya namzetê opozîsyonê, Ekrem Îmamoglu ji hilbijartinên dubare yên bajarvanîya Stenbolê vekişî.

Kandîda Partîya Komunîst ya Tirkîyê (TKP) Zehra Guner Karaoglu, ku di hilbijartina 31’ê Adarê de 10,492 deng wergirtibû, ragihand ku ew bo piştgirîya Îmamoglu ji kêbirkeya hilbijartinê vedikişe.

Karaoglu daxwaznameya vekişîna ji hilbijartinê ji Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) re pêşkêş kir.

“Hikûmetê encamên hilbijartina ku Îmamoglu bi ser ketîbû begem nekir, loma jî ew betal kir. Ew dîktatorîyeke ku di qada sîyasetê de kêm hatiye dîtin,” Karaoglu ji rojnameya partîya xwe re got.

Roja Pêncşemê partîyeke din ya rastgera navendî ji vekişîna ji hilbijartina 23’yê Hezîranê ragihandibû û piştgirî ji Îmamoglu re dîyar kiribû.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG