Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson dîyar kir ku bo balyozxaneya Amerîka ya li Tel Avîvê here Orşelîmê bi kêmî ve du sal pêwîst in.
Tillerson bo Konferansa Piştgirîya Lubnanê çû Parîsê û li wir bi hevtayê xwe yê Fransî Jean Yves Le Drian re civîya. Piştî civînê, di preskonferansa hevpar de Tillerson ser Orşelîmê got ku ‘’Barkirina balyozxaneyê wek ku dê îsal nebe, dibe ku sala were jî nebe’’
Tillerson da zanîn ku Serok Trump dixwaze ew gavên berçav ser mijara Orşelîmê biavêjin. Wî bi bîr xist ku divê berê ew qadekê li Orşelîmê bibînin, plana avahîyê çêkin û ji Kongresa Amerîka belgeyên desthilatê bistînin.