Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tokyo jiber Belavbûna Korona Rewşa Awarte Hate Ragihandin


Hikûmeta Japonî bi armanca pêşîgirtina belavbûna vîrusa korona, îro Pêncşemê li paytext Tokyo û sê taxên cîran rewşa awarte ragihand.

Hikûmetê ragihand ku rewşa tengavî ya li Tokyo, Saitama, Kanagawa û Chiba dê mehek be û heta 7ê Şubatê berdewam bike.

Di çarçoveya biryarê de karbidestan wê pirtir bala xwe bidin meyxane û xwaringehan ku vîrus bi piranî rêya wan cîhan belavtir dibe.

Pisporên saxlemîyê ji mêjve ji hikûmetê dixwest ku tedbîrên pêşîgir ragihîne, lê hikûmet jiber tirsa zarara ekonomîk ji wê yekê dûr dima.

XS
SM
MD
LG