Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Toleyên Dijî Îranê Taloq Kir


Serokê Amerîka Donald Trump biryara ser toleyên dijî Îranê ragihand.

Trump do Înê da zanîn ku ewê ‘’şanseke dawî’’ bide peymana navokî ya bi Îranê re û ewê toleyan rawestîne.

Trump dîyar kir ku divê peymana sala 2015’an jinûve were nirxandin, çewtîyên di wê peymanê de werin guherandin û hin şertên zortir dijî Îranê werin ragihandin.

‘’Ew şansê dawî ye’’ Trump got û dîyar kir ku ewê careke din toleyan taloq nekin û ji peymana navokî vekişin.

Jêderên hikûmeta Amerîka didin zanîn ku bi vê biryara Trump tole bo 12o rojên din tên taloq kirin

XS
SM
MD
LG