Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komarî Tom Emmer Dikin Kandîdê Xwe yê bo Seroktîya Civata Nûneran


Komarîyên Civata Nûneran ya Amerîka îro Sêşemê biryar da ku nûnerê eyaleta Minnesota, Tom Emmer bikin kandîdê xwe yê bo seroktîya beşa jêrîn ya Kongresa Amerîkî.

Komarîyan di civîneke taybet de di navbera 7 berbijaran de, di gera pêncan de biryar da ku Emmer bibe namzetê wan yê seroktîyê.

Di gera dawî de Emmer 117, nûnerê istana Louisiana, Mike Johnson jî 97 deng wergirtin.

Serokê Civata Nûneran yê berê Kevin McCarthy di 3'ê Cotmehê de ji alîyê hin endamên partîya xwe ji posta xwe hatibû ladan.

Piştre, Komarîyan Kongresmanê Louisiana, Steve Scalise û yê Ohio Jim Jordan wek berbijarên xwe yên bona posta seroktîya Civata Nûneran dîyar kiribûn, lê wan nikarîbû 217 dengên pêdivî bistandana.

XS
SM
MD
LG