Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çar Keştiyên Dexlûdanî ji Ukraynayê Derdikevin


Çar keştiyên genimi dê roja Yekşemê ji benderên Behra Reş yên Ukraynayê bi rê bikevin.

Navenda Koordînasyona Hevbeş, desteya ku di bin Destpêşxerîya Genimê Deryaya Reş de ji bo şopandina bicihînana wê hatiye avakirin, destûr daye keştî ji korîdora mirovî ya deryayî derbikevin.

Keştiyên ku ji benderên Ukraynayê derdikevin ber bi Çîn, Îtalya û du cihên Tirkiyeyê ve diçin.

Bo keştiya pêncemîn destûr hatîye dayîn ku biçe Ukraynayê da ku barê xwe hilgire.

Ukrayna yek ji hilbirînerê cîhanê yê dexlûdanî ye û girtina benderên wê bûye sedema bilindbûna nirxê xwarinên cîhanî û metirsiya xelayê.

XS
SM
MD
LG