Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeka Payebilind Ya Amerîkayê Serdana Kîevê Dike


Şandeke payebilind ya Kongresa Amerîkî roja Şemiyê li Kîevê digel Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy hevdîtin pêk îna û soz da ku hewl bidin ku piştevanîya Amerîkayê bo Ukraynayê di şerê li dijî Rûsyayê da berdewam bikin.

Şanda ku ji Nûner Adam Smith, serokê Komîteya Xizmetên Leşkerî ya Ciwata Nûneran pêk tê, şanda payebilind ya Amerîkayê ya herî dawîyê bû ku serdana Ukraynayê dike.

Şandeyê di daxuyaniya xwe da got: "Amerîka ligel hevalbend û hevkarên xwe yên li seranserê cîhanê, bi dabînkirina alîkariyên aborî, leşkerî û mirovî piştevanê Ukraynayê ne."

Şandê herwiha got "Em hindî ji destê me dihêt dê berdewam li rêyan bigerin ku piştevanîya Serok Zelenskyy û gelê Ukraynayê bikin dema ku ew helwesta xwe ya wêrek berdewam dikin".

XS
SM
MD
LG