Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Topal: Ronakbîr Werin Karên min bibînin


Ronakbîr û hunermendê şêwekar Riza Topal li sala 1934'ê li gundê Holmanê li herêma Dêrsimê hatiye jîyanê. Cara yekê li sala 1956 li Ankerê pişikdarî pêşangeheke hunerî bû û li sala 1958 pêşangeha xwe ya pêşîn vekir. Heta niha Apê Riza Topal berdewam e li ser karê hunerî.

Riza Topal
Riza Topal

Ew li sala 1968 mişextî Almanyayê bû û li wir çendîn pêşangeh vekirin. Bi dirêjîya salên jîyê xwe Riza Topal jimareke mezin yên karên hunerî û ferhengî afirandine û çend berhemên navdarên cîhanê wergerandine ser zimanê Kurdî. Wî tevaya berhemên xwe kirine dîyarî ji Wezareta Rewşenbîrî û Kulturî ya Hikumeta Herêma Kurdistana Îraqê re, lê gihandina wan bi zehmet ketîye.

Riza Topal gote Bernameya Ferheng û Torê Kurdî, gelek karên wî yên kevin winda bûn û kesek xwe lê nekir xweyî û hêvî dike rewşenbîrên Kurd herin mala wî û kar û berhemên wî bibînin.

Jibo guhdarî kirina hevpeyvîna Dexîl ê Şemo digel hunermendê şêwekar Riza Topal, lînka ‘Guhdarî kirin’ ya jorî kilik bike û eger te gotinek yan têbînîyek hebe, di valahîya xwarê de binivîse.

Tabloyên Hunermendê Şêwekar Riza Topal

XS
SM
MD
LG