Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Topbarankirina Humsê Didome, Balyozê Fransî Vedigere Parîsê


Dîmenek ji topbarana taxa Baba Emr ya Himusê
Dîmenek ji topbarana taxa Baba Emr ya Himusê

Bizavkarên Sûrî dibêjin, topbarankirina bajarê Humsê îro Sêşemê jî berdewam kir, rojeke piştî ku 100 sîvîl, di eciqandina xwenîşandanên dijî Serokê Sûrî Beşar Esed de, li seranser welêt hatine kuştin.

Bizavkar dibêjin, ev çar roj in ku hêzên ewlekarîyê berdewam êrîşî Humsê dikin û heta niha pirtir ji 200 rûniştvanên wî bajarî hatine qir kirin.

Ajansa nûçeyan ya hikûmetê SANA, ji tundûtûjîya heyî “terorîstên çekdar” sûcdar dike.

Meha borî, Neteweyên Yekbûyî ragihandibû ku ji destpêbûna xwenîşandanan anku ji meha Şûbatê vir ve 5.400 kes li Sûrîyê hatine kuştin.

Bi alîyekî din ve, piştî Brîtanya, Îspanya, Îtalya û Belçîla, Fransayî jî bang bang li balyozê xwe yê li Sûrîyê kir ku ji wî welatî derkeve.

Roja Duşemê jî, Amerîkayê jiber tepeserkirina hikûmeta Sed balyozxaneya xwe ya li Şamê daxistibû.

XS
SM
MD
LG