Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Toronto ya Kanada Êrîşeke Çekdarî Pêk Hat


Li Toronto ya Kanada êrîşeke çekdarî pêk hat.

Di êrîşê de, ku êrîşvên xwe kuşt, 1 kes hat kuştin û 13 kesên din jî birîndar bûn.

Sedema êrîşê hîn eşkere nebûye.

Berpirsê Ewlekarîya Toronto Mark Saunders dîyar kir ji kuştîyan yek êrîşvan e yek jî jineke ciwan e.

Saunders da zanîn ku di nav birîndaran de jî rewşa yekê giran e.

Li gor dîdevanên bûyerê, li Kolana Danforth ya Toronto, çekdarekî ku nasnameya wî dîyar nebûye, li dora xwe gule reşandin.

Global News ji zarê polîsan ragihand ku êrîşvan berî xwe bikuje êrîşî polîsan jî kiriye.

XS
SM
MD
LG