Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên TPLF ya Tîgray Kontrola Paytext Mekelle Bi Dest Dixin


Dîmeneke ji bajarê Mekelle ya paytexta eyaleta Tîgray ya Etîyopya

Ajansa Reuters ji zarê şahidan ragihand ku îro Sêşemê hêzên Tîgrayê li hember leşkerên hikûmeta Etîyopyayê û hevalbendên wan pêşve çûne û kontrola herema paytext bi tevahî kirine bin kontrola xwe.

Her wiha Reutersê got ku hêzên dewleta Erître ji heremê vekişîyane.

Berdevkê TPLF’ê Getachew Reda ji Reuters’ê re axivî û ragihand, “Paytexta herêma Tîgray Mekelle di bin kontrola me de ye.”

Hevdem, hêzên Enîya Rizgarîya Gelê Tîgray (TPLF) ketina nava bajarê sereke Shire yê bakurê Etîyopya û her wiha paytext Mekelle.

Reurers dibêje welatîyên heremê kêyfxweşiyê daketine kolanan û pîrozbahîyan pêk tînin.

Berdevikê serokwezîr, berdevikê leşkerî yê Etîyopyayê û berpirsê herema hikûmetê ya eyaleta Tîgray heya niha di derbarê rewşê de ti ragihandin yan şîrove dîyar nekirin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) dibêje ku herî kêm 350.000 kes rûbirûyê birçîbûnê ne û her wiha 5 mîlyon kesên din jî bi hewceyê alîkariya xwarinê ya demûdest in.

Pevçûnên ku bi mehane didome bû sedemê mirina bi hezaran û 2 mîlyon kes ji cihê koç kirine.

Lê, şerê di navbera artêşa Etiyopya û TPLF’ê bi rengekî rêkûpêk berdewam dike.

Pevçûnên di navbera hezên hikûmeta federal ya Etopyî û hezên TPLF - partîya desthilatdar ya berê ya eyaleta Tigray di 4'ê Mijdarê de destpê kiribûn.

Hikûmetê serokwezîr Addis Ababa piştî şerê nêzî mehekê ya bi TPLF re berdevam kir, di 28'ê Mijdara 2020'an de serketina xwe ragihand.


XS
SM
MD
LG