Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, dema ji serdana Almanyayê vegerîya li nav firokê de nîqaşa modela hilbijartinên seroktîyê ya ji sedî 50 +1 re rê vekir.
“Ev erka niha ya ji sedî 50 + 1 partîyan ber bi rêyeke şaş ve dibe. Destê kê di berika kê de ye ne dîyar e,” got Erdogan.
Pispor radigîhînin ku Erdogan guhertina vê sîstemê bixwaze jî lê heta makezagon neyê guhertin ne pêkane ku sîstemeke din were.
Profesorê Zanîngeha Atilimê ya Fakulteya Hiqûqê Ozan Ergun ji Dengê Amerîka re ragihand ku sîstemeke nû bi guhertina makezagonê ve girêdayî ye.
“Li gor madeya 105 ya mekezagonê, di beşa 5’an de tê dîyarkirin ku heke kî ji nêvî yek zêdetir deng bigire (50 + 1) ew dikare bibe serokomar. Referans aniha ev made ye. Heke di vê xala makezagonê de guhertin nebe pêkan nîne ku sîstema 50 + 1 jî were guhertin.”
Rêvebirên partîyên sîyasî yekser ev daxuyanîyên Erdogan rave kirin.
Serokê Giştî yê Partîya Gel ya Komarî (CHP)’ê Ozgur Ozal navnîşana vê gotinê Serokê Giştî yê MHP’ê Dewlet Bahçelî û partîya wî MHP nîşan da.
“Erdogan, bi zelalî dibêje ku MHP wek kuzikê li ser pişta wan e.”
Hevseroka Giştî ya Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gel (HEDEP) Tulay Hatîmogulları jî ragihand ku Erdogan makezagonê wek pêlîstokekê dibîne û dema dilê wî dixwaze pê dilîzê.
“Li gor me, 50 + 1 wek zilam + zilam e. Ev 40 +1 be jî dîsa tê wateya zilam + zilam. Pêdivîya me ne bi pêlîstokên Erdogan heye, pêdivîya me bi sazkirina demokrasîyeke bingehîn heye.”
Rîvebirên Partîya Baş jî ragihand ku ew jî wek Erdogan di warê guhertina 50 + 1 de heman tiştî difikirin.
Sîstema 50 + 1 cara yekê di hilbijartinên 10’ê Tebaxa 2014’an de hate bikaranîn û Erdogan ji sedî 51,79 deng wergirt û di gera yekê de serokomar hate hilbijartin. Di hilbijartinên 2018’an de jî Erdogan ji sedî 52,59 deng girt û cara duyê bû serokomar. Herî dawî jî di hilbijartinên 2023’an de jî Erdogan di gera duyemîn de ji sedî 52,16 deng girt û sêyem car bû serokomar.
Erdogan, di 5’ê Cotmeha 2019’an de bi awayekî biryarder gotibû, “50 + 1 ne bijartineke rasthatî e, ev pîvaneke pir hişmend û pêdivî ye.”
Lê heman Erdogan 10’ê Mijdara 2021’an de piştî hevdîtina Serokê Giştî yê Partîya Saadetê Temel Karamollaogulları gotibû, “Me fêm kir ku 50 + 1 pirsgirêk e.”
Şeş roj şûnda şîrikê Erdogan, Dewlet Bahçelî, ev gotina Erdogan bi tundî rexne kir û Erdogan jî ev yek demeke dirêj ku paşguh kiribû.
Pispor, dema li ser van gotinên Erdogan radiwestin, ew di binê wê de bêtir rewşa Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) didin ber çav. Tê ragihandin ku AKP ji MHP’ê êdî eciz e û rêjeya AKP’ê jî ji sedî 40’î derbaz dibe. Heke AKP vê rêjeyê bikşîne 40 + 1, wê gavê wê bikaribe bi tena serê xwe bibe desthilatdar.
Zanistê sîyasî Tanjû Tosun dibêje ku ev sîstema niha ji bo partîya desthilatdar, AKP, rewşeke dezavantaj pêk tîne û AKP êdî dixwaze xwe ji MHP’ê xwe rizgar bike.
“Ev sîstema 50 + 1 herî zêde li ser bazarkirinê bi rêve diçe. Jibo alîkarî girtinê partîya hêzdar lazim e bi hemû partîyan re, çi mezin çi biçûk, ferq nake. Pêwîst e têkeve nav têkilîyan û hevpeymanîyê çêke. Ev yek jî jibo partîya herî hêzdar dezavantajeke tîne. Ez bawer im birêz Erdogan jî bi vê yekê haydar e û dixwaze ku 50 + 1 di makezagonê de biguherîne.”