Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Parçebûna Opozîsyonê Hêvîya Erdogan ya Ser Girtina Stenbolê Geş Kiriye


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê kompanîyên anketan ragihand ku bi parçebûna partîyên opozîsyona Tirkîyê, hêvîyên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) geş bûne.

Reutersê dibêje ku bi vê rewşa rikeberîyê pêkan e ku AKP di hilbjartinên herêmî yên 31’ê Adarê de Stenbolê jinûve bistîne.

Reuters dîyar dike ku encama hilbijartinên Stenbolê wê jibo qedera sîyasî ya bajarvanê wê Ekrem Îmamoglu, ku wek rêberê Partîya Gel ya Komarî (CHP) û serokê welêt yê siberojê tê dîtin, dîyarker be.

Pênc salên berê, di hilbijartinên herêmî de Îmamoglu û CHP ya sekuler, piştî desthilata 25 salan ya AKP û pêşengên wê yên Îslamî, kontrola Stenbol ya memleketê serok û Enqere ya paytext bi dest xistin û derbeke mezin li Erdogan xistin.

Lê, Erdogan, ku bi qasî 25 sal in serdestê sîyaseta Tirkîyê ye, Gulana 2023’ya tevî ku muxalefetê hevkarîyeke xurt kir jî ew têk bir, jinûve bû serok û AKP û hevbendên wê jî li parlamanê careke din bûn piranî.

Tifaqa ku kir ku Îmamoglu li Stenbolê serketî be hilweşî û hevbendên wê yên neteweperwer û li hêla Kurdan bi berbijarên xwe dikevin hilbijartinên herêmî.

Anketên dawî nîşan didin ku ku li Stenbolê hilbijartin deqedeq e ku MAK vê hefteyê ragihand ku Îmamoglu 41,5 ji sedê dengan distîne û bi 1,5 puan li pêş berbijarê AKP’ê Murat Kurum e.

Li gor anketa Murat Gezici jî Kurum bi 44,1 ji sedê dengan li pêş Îmamoglu yê bi 43,5 ji sedê dengan e.

Rêbêrê Metropollê Ozer Sencar ji Reutersê re got ku li Stenbolê hilbijartin deqedeq diçe û bal kişand ser girîngîya bajêr ya jibo sîyaseta siberojê ya Tirkîyê.

Sencar dîyar kir ku ger Îmamoglu li Stenbolê jinûve bi ser keve û ewê sala 2028’an bibe serokê nû yê welêt.

Hêvîyên Îmamoglu, jiber berbijarên partîya neteweperwerên Tirk, Îyî Partî û DEM Partî ya li hêla Kurdan disekine, ku sala 2019’an piştgirî dabûn wî, şikestine.

Sencar dibêje berbijarên Îyî Partî û DEM Partî dikarin zarareke mezin bidin dengên Îmamoglu.

Anketa dawî ya Metropollê raber dike ku piştgirîya jibo Îmamoglu di nav hilbijêrên Kurd de ji 35 ji sedê daketiye 32 ji sedê. Ew rêje di nav hilbijêrên Îyî Partî de jî ji 64 ji sedê daketiye 45 ji sedê.

CHP ku di rojên borî de serokekî nû hilbijart di nav xwe de jiber berbijaran ketiye nîqaşên navxweyî ku ew yek jî serketina Îmamoglu zortir dike.

Berpirsê Aksoy Researchê Ertan Aksoy jî dîyar dike ku li Stenbolê jibo muxalefetê rîska mezin parçebûna wê ye.

Aksoy dide zanîn ku li gor anketa wan ya 40 rojên berê Îmamoglu 3-4 puanan li pêş Kurum e.

Îmamoglu ji 2019’an vir ve hikûmeta navendî bi astengkirina xizmetên li Stenbol sûcdar dike.

Ew kempeyna xwe ser çareserkirina kêşeya trafîkê ya Stenbola 16 mîlyonî û veguherîna bajarê bi rîska erdhejê dimeşîne.

Erdogan di kempeyna hilbijartinê de ser nîqaşên navxweyî yên muxalefetê diaxife.

Serokê Tirkîyê vê hefteyê di mîtîngekê de got ku CHP westîye û rewişa wê her ku diçe ji berê xirabtir dibe.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG