Wezareta Derve ya Tirkîyê ragihand ku wê ser çalakîya alîgirên Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) ya li Stockholm ya paytexta Swêdê bang li balyozê wî welatî kiriye ku were wezaretê.
Li gor daxuyanîya wezaretê, alîgirên PKK’ê bi propagandaya terorê êrîşî Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan kirine.
Ew wezaret dîyar dike ku karbidestên Tirk ji balyozê Swêdê re gotiye divê dewlet rêvebirên çalakîyên bibîne û kiryarên pêwît bike.
Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Bekîr Bozdag jî got ku ew rêxistina terorî tevî Swêd ya rê daye çalakîyê şermezar dike.
Bozdag bang li Swêdê kir ku li gor sozên dane Tirkîyê tevbigere.
Swêd û Fînlandîya piştî şerê Rûsya û Ukrayna serî li NATO’yê dan ku bibin endama tifaqê, lê Tirkîyê bi îdiaya ku ew her du dewlet bo alîgirên terorê mazuvanîyê dikin dijî endamtîya wan sekinî.
Her du dewlet îdiayên Tirkîyê red dikin, lê Enqere ji wan dixwaze ku dijî alîgirên terorê gavên berçav biavêjin.