Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Tirk di Çarçoveya Qanûna Dezenfermasyonê de Ceza Dide Rojnamevanekî


Kurdvîzyon Gundem
Kurdvîzyon Gundem

Dadgeheke Tirk îro cezayê 10 meh zindanê li rojnamevan Sînan Aygul birî, bi sedema ku wî bi zanabûn agahîyên çewt belav kirine.

Biryara dadgehê çar meh piştî erêkirina “qanûna dezenfermasyonê” ya li parlamana Tirkîyê tê ku partîya desthilatdar AKP gotibû ew qanûn wê pêşî li belavbûna agahîyên şaş û nerast bigire.

Bi vê biryara dadgehê, cara yekê ku rojnamevanek li Tirkîyê bi vê zagona nû tê ceza kirin, ku rexnegir ew wek gefeke mezin ya ser azadîya peyîvînê dibînin.

Sînan Aygul
Sînan Aygul

Aygul, ku li bajarê Bedlîsê ya rojhilata Tirkîyê dijî, di 14ê Rêbendanê de hatibû desteser kirin, piştî ku wî di Twitterê de nivîsîbû ku qîzeke 14 salî bûye armanca destdirêjîya seksî ya ji hêla zilaman ku di nava wan de polîs û leşker jî hene.

Aygul dû re ew nivîs paşve kişandibû û jibo piştrastnekirina wê agahîyê lîborîna xwe dabû. Ew, dû re hatibû binçav kirin û piştî 10 rojan hatibû berdan ku bê girtinê were darizandin.

Dadgehê di rûniştina yekê de 10 mal cezayê zindanê li Aygul birî û got ku agahîyên wî yên xelat dikarîbû di nava gel de tirs û panîkê çêke.

Hêjayî balkişandinê ye ku Aygul wê heta dawîbûna serlêdana îtîraza xwe ya dijî vî cezayî azad bimîne.

XS
SM
MD
LG