Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Dibêje DEM Partî Dikare bi Doza Girtinê re Rûbirû Bimîne


Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Yilmaz Tunç îro Çarşemê got ku ger Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) dûrî çekdarên Kurd nesekine ew dikare were girtin.

DEM Partî, ku li parlamana Tirkîyê partîya herî mezin ya sisêyan e, li ser bingeha Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) hatibû damezirandin.

Tunç li Enqerê ya paytexta Tirkîyê ji rojnamevanan re got ku di salên borî de jiber piştgirîya jibo terorê dijî hin partîya dozên girtinê hatine vekirin û hin ji wan hatine girtin.

‘’Jiber vê yekê jî em jî dibêjin ku ger DEM Partî heman rêkê bişopîne ewê bi heman helwestê re rûbirû bimîne. Ku DEM Partî naxwaze bi peyvajoyeke wisa re rûbirû bimîne divê ew dûrî terorê bisekine."

Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan piştî nîqaşên ser girtina partîya wan dîyar kir ku divê dijî wan gef neyên xwarin û got ku dawî li polîtîkayên gefan û girtinan hatiye.

Hin pisporên sîyaset û rexnegir dibêjin dadgehên Tirk ketine bin bandora Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, lê ew û partîya bi pêşengîya wî Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) wan rexneyan red dikin.

Dozger û hikêmet dibêjin ku HDP bi Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) re peywendîdar e ku ew rêxistin ji alîyê Amerîka û Yekîtîya Ewrupa (YE) ve wek rêxistineke terorê tê dîtin.

HDP dîyar dike ku ti peywendîya wê bi terorîzmê re tuneye.

PKK’ê sala 1984’an dijî dewleta Tirk serî hilda û di pevçûnan de pirtir ji 40,000 kes hatin kuştin.

Prosesa aştîyê ya navbera PKK û Enqerê di sala 2015’an de hilweşî û piştî wê qonaxê bi hezaran endam û rêvebirên HDP’ê hatin girtin û ketin hepsê.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG