Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro li Tirkîyê Hilbijartinên Rêvebirîyên Xwecîhî Çêdibin


Tirkîye îro Yekşemê jibo hilbijartina rêvebirên herêmî li 81 bajarên welêt diçe ser sindoqan.

Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya bi rêberîya Recep Tayyîp Erdogan hewil dide Stenbol û Enqere ya paytext jinûve bistîne.

Stenbol û Enqere, ku 25 salan ji alîyê AKP û pêşengên wê yên Îslamî ve hatin rêve birin, sala 2019’an ketin destê muxalefetê.

Erdogan bi serketina di hilbijartinên giştî yên Gulana 2023’an de muxalefet têk bir û tifaqa rikeberîya belav bû, lê Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu hîn jî xêncî hilbijêrên Partîya Gel ya Komarî (CHP), bandorê li dengderên din jî dike.

Bi encamên hilbijartinên roja Yekşemê re Erdogan dikare kontrola xwe ya li welêt xurttir bike û ser guherîna rewişa sîyasî hin sînyalan bide.

Pisporên sîyasetê dibêjin ger Îmamoglu li Stenbolê jinûve bi ser keve ew dikare bibe serokê welêt yê siberojê.

Çaverê ye enflasyona nêzî 70 ji sedê û hilbijêrên Kurd û Îslamî bandorê li encamên hilbijartinan bikin.

Hilbijêrên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), ku wek partîyeke li hêla Kurdan dihat nas kirin, sala 2019’an di serketina Îmamoglu de roleke girîng lîstin.

Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî), ku li ser bingeha HDP’ê ava bûye, li Stenbolê berbijarên xwe derxistine, lê li ber e ku jimareke mezin ya Kurdan sedaqata jibo partîyên xwe deynin hêlekê û dîsa piştgirî bidin Îmamoglu.

HDP’ê li rojhilata Tirkîyê, ku piranîya wê Kurd in, bajarvanîyên girîng bi dest xwe xistibûn, lê dewletê bi qayuman dest danî ser wan şaredarîyan ku DEM Partî dixwaze di vê hilbijartinê de bi hilbijêrên xwe jinûve hêza xwe nîşan bide.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG