Encamên gera yekê ya hilbjijartinên serokomarîyê yên 14’ê Gulanê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin.
Rojnameya Fermî dide zanîn ku berbijarê Hevpeymanîya Gel. Recep Tayyîp Erdogan 49,52 ji sedê dengan sitandiye û ketiya rêza 1’ê.
Li dû Erdogan, bi 44,88 ji sedê dengan berbijarê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu tê.
Jiber ku berbijaran 50 ji sedê dengan derbaz nekiriye, hilbijartin bi berbijarîya her du berbijarên li pêş ma gera duyê.
Encamên fermî nîşan didin ku Erdogan li Tirkîyê 26,086,102 deng sitandine û dengên Kiliçdaroglu jî 23,873,749 in.
Tevî dengên li derveyî welêt û li derîyê gumrukan, dengên Erdogan ji ya Kiliçdaroglu 2,5 mîlyon zêdetir in û ku rêjeya vê ferqê 4,64 ji sedê ye.