Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AFAD Dibêje Hejmara Mirinên ji Erdhejan li Tirkîyê Giheştiye 44,218 Kesan


Rêvebirîya Rewşa Awarte û Felaketê (AFAD) ya Tirkîyê îro Înê ragihand ku hejmara mirinên ji erdhejan de giheştiye 44 hezar û 218 kesan.

Di 6’ê Sibatê de du erdhejîn mezin çêbûbûn ku navendên wan bajarokên Bazarcix û Elbistan yên Mereşê bûn.

Dîsa, di 20ê mehê de li Hatayê du Erdhejên din çebûbûn ku ew jî li dewletên cîran jî hatibûn hîs kirin.

Erdhej li Tirkîyê li bajarên Mereş, Entab, Ruha, Amed, Edene, Semsur, Osmanîye, Hatay, Kîlîs, Meletî û Elezîzê xistibû bin bandora we.

XS
SM
MD
LG