Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Dibêje di Erdhejên 6'ê Sibatê de 53,537 Kes Mirin


Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Alî Yerlîkaya ser erdhejên 6’ê Sibata 2023’yan preskonferansek li dar xist.

Yerlîkaya da zanîn ku di erdhejên 6’ê Sibatê 53,537 kesan canên xwe ji dest dane û 107,213 kes birîndar bûne.

Wî dîyar kir ku erdhejên 6’ê Sibatê li 11 bajaran, 124 bajarokan û 6929 gund û taxan bandor rasterast li 14 mîlyon kesan kirine.

Li gor ragihandina Yerlîkaya di erdhejêan de 38,901 avahî hilweşîne.

Berbijarê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) yê jibo Stenbolê Murat Kurum di rojên borî de li weşaneke zindî gotibû ku li 11 bajaran erdhej çêbûye û 130,000 kes mirine.

Kurum dîyar kiribu ku bandora erdheja li 11 bajaran wê wek ya Stenbolê be û gotibû ku ger tiştek bi serê wî bajarî de were ewê al û dewleta wan ji destê wan here.

Wî piştre ji X’ê dîyar kiribû ku di erdhêjên dîroka Tirkîyê de 130,000 kesan canên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG