Hikûmeta Tirkîyê ragihand ku di erdheja hêzdar de heta niha 1651 kes jîyanên xwe hinda kirine, 111193 kes jî birîndar bûne.
Navenda Kordînasyona Saxlemî û Malwêranî ya Tirkîyê (SAKOM) da zanîn ku heta niha li bajarên Entab, Semsûr, Ruha, Amed, Mereş, Melêtî, Kîlîs, Edene, Osmanîye û Hatayê 1541 hemwelatî, di encama erdheja wêranker de jîyanên xwe ji dest dane.
Rêvebirîya Rewşên Awarte û Felaketê ya Tirkyê (AFAD) dîyar kir ku heta niha 300 hezar batanî û 19.772 kon, 24.172 nivîn, 47.176 balgîf û çarşef û 1.106 kelûpelên mitbaxê ji herêmên bin bandora erdhejê re hatine şandin.