Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Wê jiber Êrîşa Ser Nexweşxaneya Gaza Şînîya 3 Rojî Ragihîne


Xwepêşanderên Tirk li Enqerê bi pankarta "No ji jenosîdê re" piştgirtî didin Filîstînîyan (18/10/2023)
Xwepêşanderên Tirk li Enqerê bi pankarta "No ji jenosîdê re" piştgirtî didin Filîstînîyan (18/10/2023)

Karbidestekî Tirk îro Çarşemê ji AFP’ê re dîyar kir ku ewê jiber êrîşa li nexweşxaneya Gaza 3 roj şîna netewî ragihînin.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan yek ji alîgirên xurt yên doza Filîstînîyan e.

Erdogan, Îsraîl bi êrîşa ser nexweşxaneya ku jin, zarok, sîvîlên masum tê de bûn tawanbar kir û bang li cîhanê kir malwêranîyê rawestînin.

Karbidestê ku nexwest navê wî eşkere bibe, ji AFP re got ku Tirkîye wê jiber êrîşa li nexweşxaneya Gaza şîna 3 rojî ragihîne.

Ozlem Zengin, rêvebira payebilind ya Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya Erdogan, jî got ku şîna netewî wê bi fermana seroktîyê were ragihandin.

Îsraîl dibêje ku êrîş bi ketina roketa Cîhada Îslamî, ku rêxistineke Filîstînî ye, çêbûye lê Filîstînî wê îdiayê red dikin û dibêjin 471 kes di êrîşê de hatine kuştine.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG