Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye li Ser Sînorê Yunanistanê Diwar Çêdike

Dîmenek koçberan li bajarê Edîrne ku ber bi sînorê Yunanistanê dimeşin (Arşîv)
Dîmenek koçberan li bajarê Edîrne ku ber bi sînorê Yunanistanê dimeşin (Arşîv)

Walîyê bajarê Edîrne Yunus Sezer îro Çarşemê got ku Tirkîyê plan dike ku li ser sînorê xwe yê bi Yunanistan û Bulgaristanê re dîwarekî 8.5 kîlometreyî ava bike.

"Emê îsal cara pêşî li ser sînorê xwe yê rojava tedbîrên ewlehiyê yên fîzîkî bigirin. Dîwar wek 8.5 km hatiye plan kirin lê dibe ku were dirêj kirin. Emê ji sînorê Yunanistanê destpê bikin," Sezer ji rojnamevanan re got.

Yunanistan û Bulgaristanê berê heman xeta sînorî bi têlan peçandibû.

Tirkîye bi Yunanîstanê re 200 km sînor parve dike û sînor bi çemê Evrosê yan bi Tirkî Merîc ji hev vediqete.

Yunanistanê di 2012’an de, li ser dirêjahîya 11 km sînorê xwe bi Tirkîyê re, du wek asteng du xeten bi tel yên bi sê metreyî ava kir ku berê hatibû mayin kirin.

Atîna piştre dirêjahîya têlê sê qat zêde kiribû û serokwezîr Kyriakos Mitsotakis soz dabû ku wê heta 2026’an ji 100 kîlometreyan zêdetir bike.

Diwarê Tirkîyê armanc dike derbazbûna bi qaçaxî ya koçberan ber bi welatên endamên Yekîtîya Ewrupa (YE) asteng bike.

Bulgaristanê jî di 2014’an de li ser dirêjahîya 30 km sînorê xwe bi Tirkîyê re xetek ji têlên jilêtê çêkiribû, dema ku koçberan jiber derbazbûna xeter ya Derya Sipî diçûn wir.

Bulgaristanê çar sal şûnde dirêjahîya xeta têlî dirêj kiribû ku niha hema hema tevahîya sînorê bi 259 km dorpeç dike.

Beravên rojava yên Tirkîyê jî jibo koçberên ku dixwazin derbazî giravên Yunanistanê bibin, destpêka rêgeha qaçax e.

Di Sibatê de, li beravên rojavayê Tirkîyê di dema binavbûna keştîyek koçberan de, 6 koçber xeniqîbûn û 27 jî ji alîyê nobedarên beravê ve hatibûn filitandin.

Jêder: AFP

This item is part of
XS
SM
MD
LG