Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macaristan û Tirkîye Ser Endamtîya Swêdê ya li NATO Danûstandinên Dawî Dikin


Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban îro Sêşemê got ku wî hevtayê xwe yê Swêdî vexwend welatê xwe ku ew ser endamtîya li NATO danûstandinê bikin.

Endamên NATO, Macaristan û Tirkîyê peyvajoya endamtîya Swêdê ya li hevpeymanîyê paş xistibûn.

Orban ji X’ê ragihand ku wî jibo Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson serdana welatê wan bike û ew ser endamtîya li NATO biaxifin, ji wî re nameyek şandiye.

Berdevkekî Kristerssson li ser pirseke derbarê serdanê dîyar kir ku Stockholmê hîn ti bersîv nedaye.

Wezîrê Derve yê Macaristanê Peter Szijjarto ji rojnamevanan re got ku ewê armanca danûstandinê avakirina bawerîyê be.

Szijjarto dîyar kir ku jibo hevkarîya sîyasî û ewlekarîyê divê bawerî hebe.

Swêdê, piştî Rusya Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna kir, Gulana 2022’yan serî li NATO da ku bibe endama hevpeymanîyê.

Jibo endamtîya li NATO divê dewleta serî li hevpeymanîyê daye bi yekdengî were pejirandin, lê Tirkîye û Macaristanê dijî endamtîya Swêdê sekinîn û peyvajoya dereng xistin.

Fînlandîya sala borî bû endama NATO, lê Tirkîye dixwaze ku Swêd zexta ser Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) zêde bike.

Çaverê ye parlamana Tirkîyê îro Sêşemê endamtîya Swêdê bipejirîne û di rojên pêş de serokê welêt Recep Tayyîp Erdogan serlêdanê îmza bike.

Eger Tirkîye endamtîya Swêdê bipejirîne, Macaristan wê bibe welatê dawî yê jibo erêkirina endamtîya wê ku hikûmeta Orban naxwaze bi rewişeke wisa re rûbirû bimîne.

Wezîrê Derve yê Brîtanya Lord David Cameron îro Sêşemê dîyar kir ku ew bi Orban re ser girîngîya beşdarîya Swêdê ya li NATO peyivîye.

Macaristan û Tirkîye, li gor dewletên din yên NATO ya bi pêşengîya Amerîka, bi Rûsya re peywendîyên baştir dimeşînin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG