Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Ser Sînorê Tirkîye û Îraqê Ciwanek Hat Kuştin


Turkey Iraq border, Habur
Turkey Iraq border, Habur

Xortê Kurd yê bi navê Tahsîn Yalçinê 21 salî, roja Şemîyê li ser sînorê di navbera bajarokê Rubarokê (Derecîk) Colemêrg (Hakkarî) û Herema Kurdistana Îraqê de hat kuştin.

Li gor malbatê, Tahsîn ji alîyê leşkerên Tirkîyê ve hatiye kuştin û herwiha di dema bûyerê de du hevalên wî xwe ji gulebarandinê rizgar kirine.

Li gor heman jêderê Yalçin û du hevalên wî bo dabara malbatên xwe bi rêyên qaçax derbazî alîyê Herema Kurdistanê bûne û di dema vegerê de ew hatine gulebarandin û Yalçin hatiye kuştin.

Qezeya Şemzînan li Colêmergê
Qezeya Şemzînan li Colêmergê

Parlamanterê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Colemêrgê Saît Dede got ku Yalçin mîna gelek ciwanên heremê mecbûr maye ku bo debara xwe bazirganîya ser sînor bike û lê ew hatiye kuştin.

“Gelê Rûbarokê û başurê Kurdistanê xizmên hevdu ne. Jiber vê yekê hatin û çûyîna wan zêde ye. Ji alîyê din ve jî li her derê Rûbarokê qedexe hene. Ciwan gîş bêkar in loma jî neçarî dem dema ji sînor derbazî alîyê din dibin û bo debara xwe hin tiştan tînin û difiroşin. Ev tişt jî yan 2 kîlo şekir, kîloyek çay an jî kartonek cigarê ye. Qerekolên Tirkîyê yên li her du alîyê sînor jî ji vê rewşê agahdar in. Lê, mixabin wek cezayê binpêkirina sînor wan qir kirine.”

Komela Mafên Mirovan (IHD) ragihandibû ku di 2020’an de li ser sînorên Tirkîyê 51 kes hatine kuştin. Li Colemêrgê jî ji 2016’an vir ve 3 ji wan zarok 17 kes ji hatine kuştin.

Dede dibêje ku ev kesên hatine kuştin ne tenê li ser sînor; li ber derîyê mala xwe û li ser erdê xwe jî hatine kuştin.

“Li vê derê mirovên me di nav zevîya xwe de, ber derîyê xwe, li nava sûkê jî tên kuştin. Ji 2016’ê heta 2022’an 3 jê zarok 17 kes ji alîyê leşkeran ve hatin kuştin û 17 kes jî bîrîndar bûne. Hin ji van kesan dema ji sînorê derbaz dibin hatine kuştin, lê di qanûnên Tirkîyê de binpêkirina sînor ne kuştine. Di bûyerên wiha de herî zêde leşker dikare wan desteser bike û wan derxe pêşberî dadgehan.”

Dede herwiha ji ne cezakirina berpirsên kuştinan jî gazincên xwe anî ziman û got ku di bingeha van bûyeran de pirsgirêka Kurd heye û wî parast ku heya pirsgirêka Kurd çareser nebe, kuştinên li ser sînoran jî wê bidome.

Heya amadekirina vê raportê Walîtîya Haklarîyê li ser kuştina Yalçin ti daxuyanî belav nekiribû û derheqa kuştinên berê de jî hin caran ew îdia red kiribû, hin caran jî parastîbû ku leşkeran bi xeletî ve kuştin pêk anîne.

Ji alîyê din ve, cara yekê di 2019’an de vekirina deryê sînorê di navbera Rubarok û Herêma Kurdistana ÎRaqê de hatibû rojevê, lê hin jî pêşketinek pêk nehatiyê. Rûniştvanên herêmê bawer dikin ku ev derî dê bo hatin û çûyîna wan ya ewle baş bibe.

XS
SM
MD
LG