Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Rojane 160 Hezar Dolar Ceza li Kompanîya META Dibire


Tirkîyê îro Çarşemê ragihand ku rojane 160 hezar dolar cezayê diravî li kompanîya Meta hatiye birîn ku xwedîyê gelek platformên medya civakî ye.

Sazîya Pêşbazîyê ya Tirkîyê (TRK) bi daxuyanîyekê eşkere kir ku jiber ku karbidestên META’yê di çarçoveya lêpirsîneke berê de belge û plansazîya daxwazkirî pêşkêş nekirine, biryara cezayê diravî hatiye birîn.

TRK di 2022’an de ragihandibû META bo karînerên ser platformên xwe yên wek Facebook, Instagram û WhatsAppê pêwîstîya parvekirina daneyên wan anîye.

Piştre TRK dîyar kiribû ku META daneyên ku ji Facebook, Instagram û WhatsAppê berhev dikin bo kiryarên xwe yên medya civakî û bazarên reklama onlaynî de dixebitine.

TRK’ê di Cotmeha 2022’an de biryar da ku METa bi vê rêkê li pêşîya ketina nava bazarê astengîyan çêdike û qanûna pêşbazîya wekhev ya Tirkîyê binpe dike û 11,57 mîlyon dolar ceza da kompanîyê.

Sazîya TRK herwiha ji META xwestibû ku divê kompanî heya 11’ê Berfenbara 2022’an planeke bi hûrgulî ya tedbîran pêşkeş bike bike da ku binpêkirina qanûnê bi dawî bike.

TRK’ê îro dîyar kir ku karbidestên META’yê planeke tedbîran radest kirine, lê pisporên dezgeha pêşbazîyê di tedbîrên META yê de ravekirinên têr, tam û guncaw nedîtine.

“Sazîya Pêşbazîyê ya Tirkîyê biryar da ku ji 12'ê Berfanberê û pê ve heya ku META bo lihevkirinê planeke çareserîyê ji dezgehê re pêşkêş neke, cezayê diravî ya rojane wê kêrhatî be,“ TRK’ê got.

Hejayê gotinê ye ku heya amadekirina vê raportê META’yê ser biryara cezayê ya dezgaha Tirkîyê ti daxuyanî nedaye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG