Ajansa Reutersê îro Înê ji zarê ajansa Anadolu ya dewleta Tirkîyê ragihand ku polîsên Tirk, bi gumana ku ew jibo ajansa îstixbarata Mossad ya Îsraîlê dixebitin, 7 kes desteser kirine.
Ajansê got ku ew 7 kes bi şopandina armancên herêmî berhevkirina û firotina zanîyarîyan ji Mossadê re têne tawanbar kirin.
Karbidestekî ewlehîyê, ku nexwestîye navê xwe eşkere bike, ji Reuters ev daxuyanî da axifî.
Wî karbidestekî ragihand gumanbarên ku tê agahî firotine Mosadê, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerîya Stenbolê de, di operasyoneke hevpar ya polîsên Tirk û ajansa îstixbarata MÎTê de, li Stenbol û Îzmîrê hatine girtin.
Televîzyona dewletê TRT jî îro ragihand ku MÎT’ê tespît kirîye ku Mossad jibo şopandina armancên xwe lêpirsînerên taybet bi kar tînin.
Enqerê heya niha ser desteserkirinên îro ti daxuyanîyeke fermî nedaye. Berdevikê wezareta derve ya Îsraîlê jî red kir ku li ser mijarê biaxife.
Di serê meha Rebandanê de jî 34 kes bi gumana sîxurîya jibo Îsraîlê ji alîyê polîsên Tirk ve hatibûn girtin.
Tirkîyê ew 34 kes bi plansazîya pêkanîna hin kiryarên dijî welatîyên bîyanî yên li Tirkîyê tawanbar kiribûn.
Karbidestên Tirk berîya niha jî gotibû ku ger Îsraîl hewil bide endamên Hamasê yên li Tirkîyê bişopîne, birevîne yan bike armanc, ewê bi encamên cidî re rûbirû bimîne.
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî hişyarî dabû Îsraîlê ku ewê kiryareke wisa şaş be.
Tirkîye, beravajîya piranîya hevbendên xwe yên Rojavayî û hin welatên Ereb, Hamasê wek rêxistineke terorê nabîne.
Jêder: AFP, Reuters