Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Ser Destûra bo Protestoya Roja Înê Hişyarî Dide Norwêcê


Xwepêşanderên Tirk li pêş konsulxaneya Swêdê ya li Stenbolê şewitnadina Quranê şermezar dikin (Arşîv)
Xwepêşanderên Tirk li pêş konsulxaneya Swêdê ya li Stenbolê şewitnadina Quranê şermezar dikin (Arşîv)

Wezareta Derve ya Tirkîyê îro Pêncşemê ser destûra hikûmeta Norwecê ya jibo protestoyên li wî welatî gazî balyozê wê yê li Enqerê, Erling Skjonsberg kir.

Enqerê, balyoz Skjonsberg ser destûra bo protestoyê bi tundî şermezar kir û got ku şewitandina Quranê wê çalakîyeke provokatîf be.

Jêderekî ji Wezareta Derve ya Tirkîyê ji Reutersê re dîyar kir ku Enqerê ji balyozê Norwêcê xwestiye ku destûra bo protestoyê betal bike.

Xwenîşanderekî Danîmarkî û Swêdî yê rastgir meha bor li nêzîkî balyozxaneya Tirkîyê ya li Stockholmê Quran şewitandibû û Enqerê bi tundî protestoa şermezar kiribû.

Karbidestên Tirkîyê ser protestoyên li Stockholmê gotibû ku ew êdî bi erênî li serlêdana Swêdê ya bo endamtîya li NATO nanêrin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG