Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê ragihand ku polîsên Tirkîyê roja Duşemê 98 berguman bi tohmeta pêwendîya ligel Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) hatine dester kirin.
Wezaretê got ku piranîya wan kesan bi tawana belavkirina propagandaya PKK’ê li ser torên civakî hatine desteser kirin.
Wezaretê di daxuyanîyekê de got ku gumanbar di operasyonên hevdem de li 18 bajaran in girtin ku piranî li herêmên başûrê rojhilat in.
Enqere gelek caran li dijî bingehên PKK’ê yên li çîyayên bakurê Îraqê êrîşên esmanî û operasyonên dervayî sînor pêk tîne. Di heman demê da operasyonan li dijî kesên ku li hindur bi wê ve girêdayî pêk tîne.
Tirkîyê di hefteyên borî de êrîşên li ser çekdarên Kurd li Sûrîyê û Îraqê û herwiha li dijî endamên wê li nava Tirkîyê zêde kirine, piştî ku çekdaran di 1ê Cotmehê de bombeyek li nêzîkî wezareta navxweyî li Enqerê peqandibû.
Wezîrê navxweyî Alî Yerlîkaya li ser platforma X gotibû ku hêzên ewlekarîyê li 6 bajaran 63 sitargeh, şikeft û depoyên ku ji alîyê PKK’ê ve dihatin xebitandin, hilweşandine.
Çavkanî: Reuters