Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Qedexekirina Pirtûkan û Givaştinên Ser Weşanxaneyan Didomin


Rêvebirîya Ewlekarî ya Stenbolê biryar da ku pirtûkên Weşanxaneya Ceylan yên bi navên "Kadin Devrîmî" (Şoreşa Jinan) û "Suruç'ta Kalanlarin Dîlînden Kobanê'ye Gitmek" (Ji Zimanê yên ku li Pirsusê Mane Kobanê) ji pirtûkfiroşan werin kom kirin.

Dû re, dozgerîyê ew biryar di 19’ê Tîrmehê de pejirand, bi îdiaya ku di pirtûkan de “propagandaya rêxistinên neqanûnî” tê kirin û “heqaretkirina dijî dewleta Tirk û polîsan” hene.

Xwedîyê Weşanxaneya Ceylanê Huseyîn Gultepe ji Dengê Amerîka re got ku bi vê yekê tê xwestin ku berpirsên komkujîya Pirsusê werin parastin û komkujî were nixumandin.

Huseyîn Gultepe
Huseyîn Gultepe

“Îro girtina birîndarên Pirsusê û dozên dijî malbat û parêzerên birîndaran vê mebestê nîşan dide. Bi vê biryarê dixwazin ku denge birîndarên Pirsusê, malbatên birîndaran û kesên ku dijî vê komkujîyê bêdeng namînin, bibirin û wan darizînin.”

Gultepe bi bîr tîne ku berîya niha jî dijî hin pirtûkên weşanxaneya wî biryarên komkirina pirtûkan hatibûn dayîn.

“Biryarên komkirin, sansûr û qedexeyan ne tenê dijî weşanxaneya me, di heman demê de dijî gelek weşanxaneyan têne dayîn. Berê jî pirtûkên me yên bi navên “Dagin Kadin Halî” û “Dagin Rojava Halî” hatin qedexe kirin û ji avabûna weşanxaneya me heta niha em tim dibin armanca biryarên wiha.”

Gultepe dîyar kir ku wan jibo rakirina biryara qedexekirinê serî li rêyên hiqûqî daye.

MEB_7_28_22_Komkirin_Pirtûk_Weşanxaneya_Ceylan
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:17 0:00
XS
SM
MD
LG