Ajansa Anadolu ragihand ku li seranserê Tirkîyê pirtir ji 22 ji sedê sindoqan vebûne.
Li gor encamên pêşî Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) li herêma erdhejê li pêş e, lê li hin bajaran rêjeya dengên wê ketiye.
Agahîyên pêşî nîşan didin ku li Mereşê 11,6 ji sedê dengan vebûne û AKP bi 40,4 ji sedê dengan li pêş e.
Li Meletî, ku yek ji wan bajaran e ku AKP lê xurt e, bi 20 ji sedê sindoqên vebûne, AKP bi 47,8 ji sedê dengan li pêş e ku wê partîyê sala 2019’an li wî bajarî 68,5 ji sedê dengan sitandibû.
Li Semsûrê bi 13,6 ji sedê sindoqên vebûne, Partîya Gel ya Komarî (CHP) 48,9 ji sedê dengan sitandiye ku AKP sala 2019’an li wî bajarî 53 ji sedê dengan sitandibû.
Li Amedê pirtir ji 22 ji sedê sindoqan vebûne û Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) bi 63 ji sedê dengan li pêş e.
Encamên pêşî nîşan didin ku rêjeya dengên AKP’ê li Amedê ji 31 ji sedê dengan daketiye 16,8 ji sedê dengan.
Li Entabê 27,3 ji sedê sindoqan vebûne û rêjeya dengên AKP’ê 37,3 ji sedê dengan e.
Li Kîlîsê 58 ji sedê sindoqan vebûne û CHP li wî bajarî bi 41,4 ji sedê dengan li pêş e. AKP’ê sala 2019’an li Kîlîs 47 ji sedê dengan sitandibû û bi ser ketibû.