Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gefên Tirkîyê li Ser Sûrîyê Çawa Tên Dîtin?


Turkish border near Qamishlo
Turkish border near Qamishlo

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan roja Duşemê 23ê gulanê, gefa destpêkirina operasyona leşkerî li ser sînorê bakurê Sûriyê dubare xwar.

Erdogan got, ew ê di demek nêzîk de dest bi temamkirina avakirina herêmên ewle ên bi kûrahiya 30 kîlometreyan, li ser sînorê başûr yê bi Sûriyê re, bikin.

Hêzên Sûrya Demokratîk ji aliyê xwe ve daxuyaniyek derbarê van gefan belav kir û tê de tekez kir ku ti guhertin di hebûn û belavbûna hêzên garantor ên navdewletî li herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê, tune ye.

HSDê got ku germkirina atmosferê û nîşandana hêza dagirker a Tirkiyê, dikeve çarçoveya hewldanên têkbirina aramiyê, û zindîkirina şaneyên DAIŞ’ê li herêmên bakur û rojhilata Sûriyê.

Li aliyekî din, Neteweyên Yekbûyî di konferanseke rojnamevanî de amaje bi gefên Tirkiyê kir û got, pêwîstiya Sûriyê bi çareseriyeke siyasî û alîkariyên mirovî yên zêdetir heye, ne bi operasyonên leşkerî ji ti aliyekî ve.

Roja sêşemê jî balkêş bû ku wezareta derve ya Sûriyê gefên Tirkiyê red kirin, di daxuyaniyekê de wezareta derve ya Sûriyê hebûna Tirkiyê li Sûriyê bi dagirkeriyê bi nav kir û gefên wê yên destpêkirina operasyoneke nû red kir.

Her wiha berpirsên hikûmeta Sûriyê jî, ji aliyê xwe ve gef û pilanên Tirkiyê şermezar dikin, endanê encûmena gel a Sûriyê, Bitris Mercane, di daxuyaniyek rojnamevanî de got, çêkirina devereke ewle ji aliyê Tirkiyê ve li ser xaka Sûriyê dagirkerî ye û ne rewa ye.

Mercane da zanîn ku ew ê li hember planên Tirkiyê ên ku dixweze bi rêya wan herêman bidest bixe, bê deng nenînin, her wiha li gorî axaftina wî, dewleta Sûrî û hem jî gelê Sûrî wê van planan qebûl nekin û nahêlin ku cîbicî bibin.

Li aliyekî din, çavdêr dibînin ku, Rûsiya rê bide Tirkiyê da ku operasyoneke nû li deverê pêk bîne, nexasim di demekê de ku Rûsya li Okraniya di şer de ye û rola wê li Sûriyê Qels bûye.

Hin şîrovekar jî bawer dikin ku hebûna hêzên Emerîkî û hevpeymana navdewletî li deverê dê rê li ber êrîşên Tirkiyê bigire, nexasim ku di dema dawî de hêzên emerîkî vegeriyan hin binkeyên xwe li bakur û rojhilata Sûriyê, ku ji sala 2019an de vala kiribûn.

Li gorî agahiyan hêzên hevpeyman vegeriyane bingeha Xerabişkê ya navçeya Kobanê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku, Tirkiyê ji sala 2016an ve, sê operasyonên leşkerî li bakurê Sûriyê pêk anîne, Operasyona Mertalê Feratê" (di navbera bajarên Ezaz û Cerabulusê de) di sala 2016an de, Operasyona Çiqlê Zeytûnê li Efrînê di sala 2018an de, û Operasyona "Kaniya Aştiyê" (di navbera bajarên Girê Spî û Serêkaniyê di sala 2019an de.

Ji aliyê xwe ve fermandarên Hêzên Sûrya Demokratîk tekez dikin ku ew pabendî agirbesta Octoberê ne û ew bi hêzên garantor Rûsya û Emerîka di têkiliyê de ne da ku rewşa dawî ji bo wan ragihîne.

Navenda ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk berdewam di du rojan de çar caran agahî belav kir û got, balafirên ku li ser ezmanên Reqayê û Tebqayê li wê navçeyê heta Eyn Îsayê digerin, ew balafir yên hevalbendan e, bêyî ku wan bi nav bike ku ev balafir yên kiwalisyonê ne yan ên Rûsya ne.

Li aliyekî din fermandarekî meclisa Tiltemirê ragihand ku ew di amadebaşiyê de ne, û hêzên piştevan şandine ber bi Tiltemirê ve.

ZO_05_26_2022_Tr_Reaksîyon
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:33 0:00
XS
SM
MD
LG