Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Civîna Sêalî ya bi Swêd û Fînladîya Betal Kir


Ajansa Reutersê ji zarê kanala TRT ya dewleta Tirkîyê ragihand ku Enqerê civîna sêalî ya bi Swêd û Fînlandîya betal kir ku li ber e di meha Şubatê de pêk bihata.

Jêderên dîplomatîk yên Tirk ji Reutersê re got ku çaverê bû Sekreterê NATO Jens Stoltenberg jî beşdarîya wê civîna li Brukselê bikira.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, piştî xwepêşandana şewitandina Quranê li Stockholmê, do Duşemê gotibû ku ewê endamtîya Swêdê ya jibo NATO'yê nepejirînin.

Erdogan îdia kiribû ku Swêd dewleteke terorîsthez e û divê ew ne ji Tirkîyl, lê ji wan terorîstan piştgirîya ji endamtîya NATO re bixwaze.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di xwepêşandeneke li ber balyozxaneya Tirkîyê ya Stockholmê de, roja Şemîyê Quranek hatibû şewitandin û ew jî bûbû sedema hêrsbûna tund ya Erdogan.

Swêd û cîrana wê Fînlandîya, piştî şerê Rûsya û Ukrayna, di meha Gulanê de serî li endamtîya NATO dabûn, lê rastî dijberîya tund ya Tirkîyê hatibûn ku wan dewletên Skandînavî bi hewandina terorîstan tawanbar dike.

30 endamên NATO hene û jibo ku dewleteke din bibe endama wê yekîtêyê, divê ew 30 endam bi yekdengî endamtîya dawleta nû bipejirînin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG