Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku karbidestên Tirk dê sibê Çarşemê li Enqerê bi şandeyên Swêdî û Fînlandî re bicivin.
Reutersê ew agahî ji zarê Wezareta Derve ya Tirkîyê ragihand.
Swêd û Fînlandîya ji destpêka şerê Rûsya û Ukrayna vir ve bo bibin endamên NATO danûstandinê dikin, lê Tirkîye dijî endamtîya wan e.
Serokomarê Tirkîyê roja Şemîyê bi rêberên Swêd û Fînlandîya re axifî û fikarên xwe raberî wan kirin.
Tirkîye dibêje Swêd û Fînlandîya wan kesan dihewîne ku peywendî ligel Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) hene.